Derecên alfabê

Çar derecên alfabê hene. Ji ẍeynî vana carna ř/rr tê bikaranîn lê min ew nexistiye ti derecyî. Dikevê cihekî di neqeba dengên biferq û veqetandina hişkbûniyê lê carna li cem ya herî hêsanî jî tê bikaranîn.

Alfaba herî hêsanî (hêsanîkirî)

Ev ya ko herî gelek tê bikaranîn e.

Alfaba dengên biferq

Ev alfabe di kêm ferhengan de tê bikaranîn û di kovara pêşî ya kurmanciya latînî (ko alfabê tê de hate çêkirin – Hawar) de dihat bikaranîn. Ev alfabe ji bonî nivîsandina normal ya herî baş e ji ber ko dengên muhîm têne veqetandin û bêhtirê ḧerfên alfaba 'erebî tê de hene (ji ẍeynî Lˤ û Ř). Yanî yek karê reḧet vê alfabê bixê ya 'erebî û vegerênê jî. Di nivîsaran de ev alfabe tê şuẍilandin.

Alfaba bi veqetandina hişkbûniyê

Ev alfabe di kêm ferhengan de û di nav kurdên Ermenistanê û Gurcistanê tê bikaranîn. AGAHDARÎ: Li Gurcistanê (belkî Ermenistanê jî) carna bi dêla Ḧ, H’ û bi dêla Ẍ, X’ tê bikaranîn.

Alfaba bi veqetandina qelewbûniyê

Ev alfabe tenê di vê malperê de tê bikaranîn. Ev deng qelew in.

Herî talî 17:29, 07 çêla pêşiyê 2023 hate guhartin.